Fonetîk (Dengsazî) û Fonolojî (Dengnasî) du beşên girîng yên Zimannasiyê ne ku ji bo fêmkirina dengên axaftinê û dengên serekî yên zimanekî biwarên serekî ne. Pêbendî vê; di şaxa diyalektolojiyê ya zimannasiyê de wekî xebatên pêşîn devok, ji bo naskirin û fêmkirina çawaniya zimanekî nimûneyên hêja pêşkêş dikin. Xebatên ser devokan; deng û peyvên ciyawaz, hevok û qalibên cuda yên zimên derdixin ku bi xêra van xebatan gelek xusûsiyetên zimanî keşif dibin û hinekên wan ji mirinê tên xilaskirin. Dîs ...