Li Bin Siya Welatekî ji nivîsên Şivan Zeren yên gera Nisêbînê, Cizîrê, Pirsûs, Mêrdîn û Ewropayê û w.d pêk tê. Bi zimanekî wêjeyî û dilîniya dewrêşekî hatiye darijandin. Vegotina Şivan Zeren mirov dibe wan erdana û aresteyî xeyalan dike. “…Di rê de em bi serekî hin Kobaniyên din, ko di dikan û mizgeftan de hatine bicîhkirin dibînin. Li erdeke di nêv xaniyan de vala û bi molozên dîwarên xirabûyî, li ser mehfûreke kevnare pîrejinek diponije dibînim, gava nêzî wê dibim, hêla çepê yek odeyeke biçûk ...