Memê Bê Zîn, ji çîrokên di hêla mijar, naverok, şêwe û awayê honandinê de ji hev cihê û ji hev dûr pêk tê. Ji çîrokên surreal bigire hetanî çîrokên ji bîranînên dema xwendekariya zanîngehê, ji wir hetanî bi çîrokên ku li ser bingeha felsefeya hezkirin û evînê hatine honandin. Her wisa cihên qewimandina bûyeran jî cihê cihê ye; Kurdistan, Sûriye û welatên Ewropayê.Di pêvajoya nivîskariya Helîm Yûsiv de mirov dikare vê pirtûkê mîna pira di navbera qonaxên cuda de binirxîne. Ev cudahî û gera di nav ...