Memê Bê Zin
Helim Yûsiv pêşengekî nivîsa Kurdî a sûrrealîst e, an gelo em bêjin serkêşê wê ye, wê rastir be. Li gor berhemên berê, wî ev berhema çîrokan bi şêwaz û nêrîneke cihê hûnandiye. Di van çîrokan de em bêhtir karin parçeyên xwe, têkçûnên xwe, hestên xwe an jî pêkenînên xwe bibînin. Nivîskar bi şêwazeke ciwan, asoyeke nûjen û afirêner, ji ciwanan re çîrokên evînên bêçare (ev binavkirin jî afirandina nîvîskêr e), evînên bêmirad vedibêje. Piştî ku mirov pirtûkê tevî dixwîne, miro ...