Mirina Bêsî ya Dilawer Zeraq derket!
Romana Mirina Bêsî, pirtûka duyem a Sêyîneya Winda a çîroknûs û romannûs Dilawer Zeraq, ji aliyê Weşanxaneya Lîsê ve hate weşandin.
Nivîskar Zeraq, çawa ku di pirtûka yekem a sêyîneyê, Şevên Winda, Wêneyên Meçhûl (2005, Lîs) de, bala xwîneran biribû ser windayan, wê sercema bûyer û qewamên xedar ên ku birînên kûr di gewdeyê civakê de vekiribûn, bi romana xwe ya Mirina Bêsî ya ku dûmahîka wê heyama birîndar e, bi pergaleke bi rêk û pêk û ...