Mîrza Mihemed lehengekî ji çîrokên kurdan e. Her çiqas wek çîrok bên vegotin jî her çîrokek wî wek efsaneyekê ye. Pêwendîya wî ya bi Teyrê Sîmir û ajelên din ra jî taybetmendîyeke cuda ye. Mîrza Mehemed ne wek lehengekî ji rêzê ye, lewra ew naçe bi kes û şexsan ra nakeve şer û cengan, ew bes bi dêw û ejdarheyan ra dikeve şer. Bi piranî di hemû versîyonên çîrokên wî da şah¬banûyek dîl dikeve destê dêw an jî ejderhayekî. Mîrza Mihemed jî şûr, mertal, tîr û kevanê xwe hildide û li pey xelaskirina w ...