Monologên Li Ber Şibakeyê ji neh çîrokan pêk tê ku her çîrok bi tena serê xwe gelek hestên mirovane di xwe de dihewîne. Têmayên wek tenêtî û penaberiyê li ber şibakeyên hezkirin, bêrîkirin, bêdengî, şev, dûrbûn, nebanî, xweza, rêwîtî û hwd de bi wêrekî û zîrekî hatine honandin.
Hêjayî qalkirinê ye ku her neh çîrok jî bi ferhengeke jinane hatine nivîsandin. Çîrokên bi çav, hest û ferhenga jinane hatine nivîsîn, qalibên vegêranê yên di mêjiyê me de serobînî dike û bi honak û atmosfer ...