Dema mirov van nameyên Nûredîn Zaza (1919-1988) dixwîne, yên ku wî ji Hoşeng Sebrî û Hemreş Reşo re şandine, dibîne ku Nûredin Zaza wekî şahidekî serdema xwe çiqas giringî daye xebata di her warî de ya ji bo kurd û Kurdistanê û ziman û çanda kurdî. Bi rêya van nameyan em şahidîya jîyan û têkoşîna Nûredîn Zaza ya ji salên 60î heta salên 90î dikin. Ev nameyên bi hîs û wesîleyên cuda hatine nivîsîn di heman demê de kêşeyên rewşenbîrekî li sirgûnê û têkoşîna wî ya ji bo bîr û bawerîyên wî destnîşan ...