Kitêba çîrokan a Mehmet Dicle Nara ji nav weşanên Avesta derket.
Nara ji aliyê naverok, stîl û vegotinê ve ji gelek çîrokên cihêreng pêk tê. Çîrokên di vê kitêbê de herweha îlhama xwe ji gelek mijarên cihê werdigrin. Ne tenê mirin, tenêtî, hezkirin, kêf û şadî, xemgînî, şik û xof temayên giştî ên van çîrokan e; tiştekî ku di edebiyata kurdî de mirov kêm pê dihese, nesneyên piçûk, amûrên jiyana rojane jî cihekî taybet digrin di van çîrokan de. Belê cî û war, mekan bi hemû delalî û balk ...