“… Divê başî û girîngiya mirovan bê zanîn. Di têkîliyên zindanê de xalên esas jî bên guhdarkirin. Rêzgirtin, vekirîbûn derdiketin pêş. Yanî wan sê xalan yek ji kêm be jiyan û têkilî jî kem û nîvço diman. Wiha nebe mirov tenêtiyê dijî. Divê carnan mirov xwe guhdar bike û di nava xwe de bipênije, pîvanan pêş bixe lê divê vê yekê dirêj neke. Tenêtiyên demdirêj mirovan ji derdoran îzole dike û di cihên wiha biçûk de ji pir bala mirovan dikişine. Eynî mîna qada şer di zindan de jî her tişt vekirî tê ...