Di van destanan de em ne tenê pêrgî bûyerên jîyana rojane li bajar û gundên gelê kurd dihên, bêhtir em dîroka vî
gelî ji hêline din ve û bi şêweyekî cuda û taybet û li ser zimanên gelekan dixwînin; herweha em di rêya xwendina
van destanan re dikarin bi ser dîskursên ku di wan deman de li herêmên kurdan li dar bûn vebin, ji ber ku dîrok ne
tenê bûyerên sîyasî, leşkerî û çandî yên sereke û navdar bûn di demekê ji deman de, dîroka ku em di van çîrok û
destanan de peyda dikin, be ...