Jêman, dest bi lêgerîna hezkirîya xwe, hevala xwe û sirdaşa xwe ya winda Hîvayê di rojên tozinî ên Qereqabê de, dike. Toz, xumam, sir, tarîtî û çîrokên ecêb ji pirtûkên qedîm ên ku di quncên Pirtûkxaneya Gel a Qereqabê de hatine jibîrkirin dê bi îşaretan rêya wî ronî bikin. Bi saya bîranîn û yadîgarên Hîvaya winda Jêman dê xwendevanan bi xwe re bibe dalanên tarî ên ku di dîroka Qereqabê de qewimîne. Xwendevan wê li gel Jêman bibe şahide dîrok, hewaya giran û tirsnak ya bajêr, goftûgoyên nivîskar ...