Ewilî hatin navên me guhertin, wan zimanê me ji zimanan nehesiband û ew jî guhert, kêfa wan wiha dixwest. Zimanê me li gorî wan ne tu ziman bû û pê tu jehr belav nedibû, ger mesele ziman bûya va ye yê wan, ew besî me gişan bû. Navê welatê me qedexe bû, kê ew bi lêv bikira xayin bû, zimanê wî musteheqî jêkirinê bû, lê yê welatê wan navekî gibgibe bû, kê ew bi lêv bikira jê mezintir û serbilindtir mirov tune bû. Ala wan ala mêrxasan bû, rengê xwe ji xwîna laşê wan stendibû, lê ya me paçikekî dera ...