Weşanxaneya Lîs rêza xwe ya pirtûkên helbestan ên bi Kurdî roj bi roj dewlemendtir dike û berhemên nû yên helbestkarên zimanê Kurdî pê de pê de diweşîne. Qeraxên Sîya Hêvîyên Har jî yek ji wan berheman e ku pirtûka helbestan a duyem a helbestkar, nivîskar û wergêr Azad Dilwar e. Qeraxên Sîya Hêvîyên Har ji wan helbestên Dilwar pêk tê ku wî di navbera salên 2011'an û 2017'an de nivîsîne. Helbestkar di nava van 32 helbestên xwe re berê xwe dide mijarên cihêreng û bi naveroka xwe ve van helbestan l ...