qerasê mîna yên pêşîya qemyonê di qasê de rûniştine. Hemû zilaman, simbêlên xwe ba dane û her yer
şevqeyek heyştgoşe dane serê xwe û di wê çilê havînê de êlek û çakêt li xwe kirine û çarmêrkî li erda
qemyonê rûniştine. Simbêlê wan ji vexwarina tûtinê zer bûye û şerwelê wan di nava tozê de reng guherîbû.
- Selamin alêykum gelî camêra!
- Serçava Hecî! De li vê qozîyê cîyekî bide xwe û rûnê! Ji me re jî dua bike ku me tu siwar kirî. Tu dibînî ku
hemû qase tije ye. Gava Hecî ...