Reşît, carê di destpêka rûniştina gotina xwe de digot: “Ez Reşît im, bavê Kinê me, gurçika gê me, şairê dinyê me, her welatekî perçak jê me, insanê min nehewîne, ez bi zorê mêvanê wê malê me” û xwe dida naskirin.
Bi kurtî Reşît ev bû, lê ez ê bi vê nivîsê û çîroka di derbarê wî de hinekî dirêjtir bibêjim, ez ê wî û hunerê wî baştir bidim naskirin. Lê pêşî ez dixwazim bibêjim ku ez zanim û bi vê zane bûna xwe pabendim ku gava mirov di derbarê miriyan û kesên dîrokî de dibêje û dinivîse ...