Di vê jîyanê de, gava êş, dilkovanî, mehrûmî, keser, gilî û gazinc, serîhildan, qîrîn, eşq û sewdaserî digel hev li dar dikevin, mirin bi hemû awayên xwe xwe tîne bîra me. Çendî ku em car bi car ji bîr dikin jî, tişta ku bêdawî ye tim û tim haya me pê dixe ku em berpêyî dawîya emrê xwe diçin.
Û di vî emrê ku em tenê diqedînin de; dê ev berhem we bi hemû êş û azar û keser û mehrûmî û qîrîn û serîhildan û çîya û banî û eşq û sewdayên gelekî ku di her kêlîya xwe de bi mirinê re dijî û tê ...