.....
Li zanîngehê gelek caran bi hev re rûdiniştin û nîqaş dikirin. Li ser welat û şoreşê gelek sohbetên wan pêk dihatin. Carekî hevalekî Rodengê ji helbestvanekî Elman jêgiranek girtibû û bi wê re parve kiribû. Jê re gotibû; *Li ku derê pirtûk hatin şewitandin, mirov jî dikarin werin şewitandin.* Ev gotin bala wê kişandibû ser xwe. Carekê hevalêka wê ya wêjevan li ser wêjeya Kurdan ev rêntin bi Rodengê re parve kiribû; * Wêjeya Kurdî gelek dewlemend û kevnar e. Di dîrokê de carna bi pulên ...