Weqfa Mezopotamyayê, di sala 2017an da bi xebata perwedeya folklorê, gelek berhevkar gihandin. Ev pirtûka li ber destê we, yek ji berhemên wê xebatê ye ku Wîldan Sevîmê li herêma Êlihê berhev kirîye. Di vê pirtûkê dabi piranî çîrok, xebroşk û fabl hene, Rostemê Zal û Selmanê Sindî jî destan e ku navê xwe daye vê pirtûkê. Pirtûka berhevkarîyê ya Wîldan Sevîmê ya bi navê “Rostemê Zal û Selmanê Sindî”yê bi tevahî ji 33 çîrok, xebroşk û fablan pêk tê. Çîrokên vê pirtûkê ji du gundan hatine berhevkir ...