Ev pirtûk bi îstîfadekirina hafizaya civakî, ji bo komkujîya Kurdan a Zîlanê neyê jibîrkirin û ev komkujîya dîrokî bi bîr were hat nivîsandin. Em dixwazin ji merivên di vê komkujîyê de hatine qetilkirin re qedirgirî û rêzgirîya xwe nîşan bidin û êşa mayîyan jî bi par ve bikin. Bi bîranîna komkujîya ku hîn nehatiye pejirandin, ne tenê nevîyên kesên ku di komkujîyê de jîyana xwe ji dest dane, ji bo nevîyên kesên desthilatdar ku tilîya wan di vê komkujîyê de heye jî girîng e. Êşa ku ji destê dewlet ...