Bûyera romanê, li Qoserê (Qezê) derbas dibe. Kurdekî şampaz, bi dek û dolabên xwe xelkê dişêlîne, rût dike û dihêle. Kalekî me jî dikeve ber xezeba wî, lê kalo, dev jê bernade û bi dû wî sextekarî dikeve.
*Ez jê pir aciz bûbûm. Min ji xwe ra got ew îro pê li can û cesedê min jî bike, ez ê pereyên xwe yên berê û yên ku min aniha dabûnê, wan tevan jê bistînim. Min got pere, wî got zerfa te. Min got, ka perê min û wî ji min ra xweş kir. Min got, ka perê min û wî bi derewên xwe qûç çêki ...