Şapînoz
Enwer Karahan bergehên berfireh li ber romannivîsiya kurdî vedike, ew şahsiwarê vegotinê ye. Hespê hunera hûnandina wî rewan e lê ew hespê xwe tenê li deştên vala û berfireh nabezîne... Hin hêz û huner di Karahan û nivîskariya wî de hene ku kêm nivîskar hene ku pê nehesidin: hêza wî ya hema bêsinor ya xeyalkirinë, tecrübeyên wî yên civakî yên kûr û pirralî û rewanî û zengîniya ziman û vegotina wî. Karahan, wek ku cin be, xwendevanê xwe zeft dike û romana xwe pê dide xwendin: x ...