Di romana Şekirê di berîka bavê min de Dîlan Şewqî bîr û baweriyên mîstîk yên di hiş û bîra civatê de cî girtine û hîn jî zindî ne, bi çîroka dilsotîner a jin û dayîkeke kurd (Xanê) ku pêwendiya xwe ya bi salan ya bi pîrhevokekê re daniye, ji zilamê xwe yî ku di navbera Binxet û Serxetê de (bi gotineke mayîn di navbera efsane û rasteqîniya heyî de) karê qaçaxiyê dike (Şemso) veşartiye, bi awayekî hunerwerane û bi wêrekî vedihûne. Di vê vehûnanê de “hebûna jinê” û “kirasê ku lê hatiye kirin” (ev ...