Weqfa Mezopotamyayê, di sala 2017an da bi xebata perwedeya folklorê, gelek berhevkar gihandin. Ev pirtûka li ber destê we, yek ji berhemên wê xebatê ye ku Cemîl Çelîk berhevkarîya çîrokên dîwanan kirîye. Ev çîrok hem bi awayê helbestkî hem bi awayê pexşankî tên gotin. Pirtûka berhevkarîyê ya Cemîl Çelîk ya bi navê “Senem Xanim”ê ji çîrokên dîwanan pêk tê. Wekî ku di pêşgotina pirtûkê da jî hatîye gotin, “Ev cure çîrok ji ber ku di dîwanên axa, paşa û gundan da hatine gotin wekî çîrokên dîwanan h ...