Ez, ku nivîskarê van rûpelan im, navê min Şerefê kurê Şemseddîn e. Çavê min li meziniya Xwedê ye û ez hêvîdar im ku alîkarê min be û min di vê dinyayê de serfiraz bike û ji asteng û giriyên wê dinyaya din jî rizgar bike. Di kemilîna ciwanî û gulvedan û ajardana bihara jiyana xwe de, piştî ku min destê xwe yê rast û destê çepê nas kir, min di xwendewariyê de hêz û taqet bi dest xist û ez bi hezaran milên zanistiya zahirî û batinî hîn bûm. Çi tiştên ji bo dîn û dinyaya min pêwîst e, min ji her tiş ...