Baran û Dîlan Cêwîk in. Her du zarok rojeke Newrozê didin pê keskesorê ku xezîneya di bin serê wê de bibînin û ji xwe re bînin. Ew li pê keskesorê gelekî ji gundê xwe bi dûr dikevin û li ser girekî xwe digihînin serê keskesorê. Serê keskesorê li ser devê şikeftekê ye û her du zarok dikevin vê şikeftê. Di şikeftê de heft jê li alîyê rojhilat û heft jê li alîyê rojava çardeh derî hene. Her derîyekî şikeftê zarokan dibe demeke dûr ba fîlozofinan û giregirine dîrokê. Kalên Zerdeştî, Enkîdû û Gilgamê ...