Piştî ‘ŞÎNOK’ê, ev pirtûka çîrokan ya min a duduyan e. Ji hêla mijar û naverokê ve, çîrokên min ên vê carê jî berdewamiya ‘Şînok’ê tên hesibandin. Jixwe piraniya van çîrokan jî di heman demê de hatine nivîsandin. Ji hêla ziman ve, ji hêla sazkirin û sazkariya wêjeyî ve kêmanî tê de hebin jî, min nexwest ku ez dest bidim wan, wan biguherînim. Ez tirsiyam ku ez zirarê bidim ruhê çîrokan.
Çîrok jî mina me xwedî ruh in. Vêca min nexwest ku tekildarî hest û rûhê wê dema ku tê de hatine niv ...