Piştî nîqaşeke dûvdirêj, bi hev re gihan biryarekê ku êvarkî tevde bi hev re biçin keşfeke dawî li ser sînor bikin. Biryara keşfê kelecaneke nuh bi Evdil re çêkiribû. Cara yekê bû dê ew "şûr"ê ku malbata wî di nîvî re kiribû du perçe bidîta! Ew sînorê ku ji nişkê ve nîvê mirovên wî kiribûn Serxetî û nîvê mayî jî kiribûn Binxetî çawa bû gelo? Bavê wî wisa jê re gotibû: "Kurê min, hema rojekê sibehê em ji xew rabûn me dît ku xet di nîvê erdên me re kişandine, û ji me re dibêjin hûn nikarin herin w ...