Sobarto
Bi destpêkirina xwendina romanê re tu yê têkevî nav tevna bûyerin ecêb û wê hevok bi hevok mereqa te ya berdewamkirina xwendinê zêde bibe. Vebêjer her tiştî li ser karekterên romanê nade dest te, herikîna bûyeran û honandina çîrokên ku yek ji zikê ya din derdikeve ronahiyê davêjin ser hemû aliyên romanê. Carinan mirov dibê qey ev romaneke ji mecaz û sembolan pêk hatiye, carinan ji mirov xwe di nav realîteyeke tal û tazî ya jiyana me ya rojane de dibîne. Lê her carê jî mirov li ...