Guherînên ku di sosyolojîya neteweyên bindest yên wekî neteweya Kurd de çê dibin, hem pircureyî hem pirhêlî hem jî pirrengî ne. Digel war û biwarên dîtir, biwara wêjeya Kurdan jî para xwe ji van guherînên erênî û neyînî digire.
Dilawer Zeraq, sosyolojîya wêjeya Kurdî, ji demên destpêkî û di çarçoveya bandorên dîrokî de lê dikole û di pêdeçûna dîrokî de, guherîn û rengbixwedana wêjeya Kurdî, digel kartêkirinên pêşî û encamên ku piştî guherînan çê dibin, dinirxîne.
...