Şa bûm, gelkî kêfa min hat, min biryar da ez wê di arşîwa xwe da nehêlim, bidim çapkirin. Min got bira ev
tarîx û ev nivîsên min di nava rûpelên rojnameyeke 30-40 sal berê da nemînin, bira li ser hev di kitêbekê da
top bibin. Bira xwendevan, nifşên nuh bibînin 30-40 sal berê ez çi fikirîme û min çi nivîsîye. Nivîsên tê da ne
tarîxa min tenê ye, di eynî wextê da beşekî tarîxa me ya nêz û ya dîaspora kurd e jî. Min got bira ev tarîxa
min di nav rûpelên rojnameyan da nemîne, wek ...