Axx berxê min axx! Gava ez di temenê te de bûm, min bihostek axa welatê xwe bi hemû memik û ranên jinên dinyayê nedida.” Hevoka ewilî ez mat hiştibûm. Ew kalikê min ê navê wî bi wî re, çawa peyveke wisa gotibû. Kalikê min ê li ser kêlikê gorra xwe, pîrozahiya ganê nivîsandibû, a niha jî tiştekî wisa digot. Piştî vê hevokê ji bo xwendinê meraqa min zêdetir bû û min xwendina xwe domand."Erê kurê min, me ewqasî ji welatê xwe hez dikir, -ez dizanim niha tu pir behitî yî-. Nêzîkî pêncî sal berê bû. W ...