Li welat dema yekî biyanî dihate nava civatê, ew civat ji mezinan hetanî biçûkan tev seferber dibûn. Teva jî dixwestin ku ew kes rehet bike, li hev negere. Heta ku hinan xwe fêrî zimanê wî dikirin û gotinên wî hîn dibûn. Hem ji bona ku bi wî re bidin-bistînin û bixin nava hissa ku ew xwe li mala xwe bibîne. Hem jî bi hev re reqabet dikirin û nîşanî hev didan ka bê kî ji kê pirtir hînî wî zimanî bûye. Ev exlaq hem li ba Kurdan û hem jî li ba Tirkan hebû. Hetta ku li ba Erebên Mêrdînê jî hebû. Yan ...