Wendabûn, herçiqas romaneke klasîk be jî, pirrhêl e; lewra bi hebandina şopên gotegot, fantazya, mîstîsîzîm û realîzmê, rêwîromaneke li ser xaçerêka di navbera klasîzm û modernîzmê de ye. Ş. Bekirê Soreklî, qereqterê xwe li hêlekaneke giyanî suwar kiriye; geh dibe (me jî dibe) aîdiyeta welatekî bênavnîşan û geh dibe aîdiyeta dinyayeke bêsînor. Pireke giyanî û şiûrî di navbera bê-welatî û bê-gerdûniyê de saz kiriye ? me jî, ligel serekqereqterê xwe ji tenêtiyeke teng dibe li tenêtiyeke berfirehti ...