Xanima kozê
Gava ku mirov çîrokên Enwer Karahan dixwîne, di destpêkê de mirov dibêje ev çîrok, an jî ev mesele bi serê min de jî hatiye, an jî min berê bihîstîye ku bi serê yekî de hatîye. Lê Enwer Karahan wê serpêhatîyê, meseleyê an jî bûyerê bi awayekî hosteyane ji warê otantik derdixe û bi awayekî modern dirijîne ser kaxezê. Dîsa taybetîyeke din a kurteçîrokên Enwer Karahan ew e ku mirov di gelek çîrokên wî de bîhna bajarvanîyê his dike. Bûyer her tim ne gund e. Bûyer her tim ne di ...