Û ji we berê kê kete Mêrdîna şewitî, pêşî li pozê wê binerin, pê re berê xwe bidin çiyayê Maziya porxelek, Bagoka dest hinekirî û paşê Biloka xopan, çav li devî û newalên wê biqûrifînin, heger we çalek û tê de giyanên pêxwas, hestiyên helandî, mejiyên bêbir, sûretên napkirî, zimanên bêhnok, guhên bêqûl, çavên rijiyayî, pozên pelixandî, diranên zingarî, pêçiyên porgirtî, piyên çelexwarî, nenûkên ji dasî hatine birîn… û bêhnek, bêhna fikrên gûrandî dît, bizanibin ku Kazim Xoce û heft rêhevalên xwe ...