“Pîrê ji bo çi li ser vê axê hewqas gengeşî, hewqas xwîn tê rijandin?” “Ez nizanim lê rojekê min ji kalikê te pirsî, wî got: Ev xak pîroz e. Keştiya Nûh Pêxember li vê xakê sekiniye. Ji sê kurên Nûh Pêxember heftê û du law çêbûne. Heftê û du mal. Xwe pir mezin dîtine, serî li xwe mezin kirine. Xwedê ew ceza kirine. Sibehekê rabûne her bavek, her malek bi zimanekî peyivîne. Ji hev fêm nekirine. Her malek, bi derekê de çûye û li dinyayê belav bûne. Bavê me, lawê ma li cî ye, yanî KURÊ MAN LI CÎ. E ...