Çîroka Zarokên Ber Çêm, ji dema dawî ya Osmaniyan dest pê dike. Postevanê ku fermana Sultanê Osmaniyan tîne ji Mîrê Hekariyan re, di rê de nexweş dikeve û piştî ku ji hêla hekîmê mîrê Hekariyan Mîrza Hekîm ve tê dermankirin, fermanê bincilik dike. Mîrza Hekîm û malbata xwe koç dikin herêma Mêrdînê û li wir bi cî dibin. Çîrok bi evîna keça Mîrza Hekîm, Koçerê û xortekî gundê ku Mîrza Hekîm konê xwe lê vegirtibû didome. Çîrok bi vegotineke ji çavên kesê yekemîn lê bi zimanê kesê sêyemîn berdewam d ...