“Dibe ku dema teşbîha neynikê bo romanê êdî derbas bûbe çûbe, lê di gumana min de bêyî ku em Kurd jî çendakî di neynika romanê de li rastî û jiyana xwe binerin ciyekî ku em herinê tune. Min ev romana xwe bi tîn û heyecaneke ji a romanên xwe yên berî wê cudatir nivîsî. Gava min ew dinivîsand, tişta ku min dixwest bikim hinekî pê re hîn jî dibûm: tişta ku ez lê digeriyam jixwe li ba min bû. Serdem serdema siyaset, îdeolojî û medyayan be jî bi raya min hê jî alaveke ku ji romanan çêtir mirov hînî n ...