nêriyên nav û nûçikan li hemû deverên dinyayê
ro bi ro bi pey min û xwehên min dikevin
bi dahfên mêrokî dizilqitînin gewdeya qîzantiya min.
simbêlekî reş li ser devê rojhilata navîn
her borebora şer e bi ser laşê bîra min î çilspî de
xweha min a ku gotina xwe ji tu kesî re nahêle
di stûyê xwe re dike wî kirasê ji bo wê dirûtine…
dibêje: “min ji bîr neke! wextê dor hate ser min!’’
ji wê xeleka stûr vedibe û kûr dibe derza rûyê min
dema pot û pelatên ji ...