Sibeha rojeke havînê, kurdek li Parîsê ji xew radibe û dibîne ku bûye heftê salî! Ew nizane çawa bawer bike û di wan mehên havînê de, ew bi kûrahî li ser têgeha hebûn û nebûnê, ciwanî û pîrbûnê, jiyan û mirinê, diponije. Kurdê ku xwe derbider dibîne giraniya xwe berdide ser serpêhatiyên xwe. Ew digihêje baweriyekê ku di demên pir dijwar de, ew dikare xwe bispêre hizr û ramanên kesên hişmend û zana wek Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî, Kavafîs, Emil Cioranê rûmanî, Gabriel Garcia Marquezê kolombî û gel ...