Ev xebata akademîk a Çerkezê Reş li ser dîroka pevgirêdanên edebî yên di navbera ermenî û kurdan de radiweste û wan bi awayekî zanistî rave û analîz dike. Nivîskar heyama lêkolîna xwe li ser sê beşan dabeş dike û bi çavkaniyên berfireh û materyalên dewlemend raber dike. Nirxandina dewranan ji sedsalên 5-18an ve dest pê dibe, heta sedsalên 19-20an berdewam dike û bi serdema Sovyetê re jî dawî dibe. Danûstandinên çandî yên herdu gelên ku bi sedsalan bi hev re cîrantî kirine, di berhemên edebî de j ...