“Ken Parker mirovekî serdema me ye, xem û şayişên wî yên vê serdemê ne. Ne xwediyê çi misogerî û ewlehiyê ye, jiyana wî xwe dispêre wan ramanên wî yên ku rojane bi xwe re çêdike; bi liberketinê ve, bi bêhêvitiyê ve, bi nîşandana wêrekiyê ve û bi azarkêşanê ve hewl dide ku bibe kesekî maqûl.
Ken mîna birayekî ye. Ya rast ji vê ya zêdetir, ew bi rastî jî perçeyekî ji min e, weku ezekî duyemîn e, ew awêneyek e ku ev bîst û pênc sal in ez xeyalên xwe, hestên xwe, ramanên xwe, keserên xwe û hêvi ...