Ne ku bi tenê di cîhana xêzeromana îtalî de, lê herwiha ew yek ji nivîskarên herî navdar ê dîroka xêzeromanê ye. Berardi xwedî wê behremendiyê ye ku bi serfirazî dişê nimûneyeke wê cîhanbîniya humanîst û nûjenxwaz di xêzeromanê de pêk bîne, ya ku derhênerê navdar John Ford ew anîbû nava hunera sînemayê. Wî xêzeroman ji cîhana lehengê mêr derxistiye û bi vegotina xemgînî û neçariya wê ve kirasekî mirovî lê kiriye. Berardiyê ku di sala 1949an de hatiye dinyayê nivîskarekî baş ê xêzeromanê, xêzkere ...