“Qewmên din hertiştek gotibin û nivîsîbin, çi baş çi xirab, nehêlane ku ew serpêhatî ji nav herin. Lewra min jî çiqas serpêhatî û şîret hebûn, li gor desthilata xwe û heta zêdetir jî kom kirin û min hez kir ku me jî pirtûkeke wiha hebe.”
‘Elaeddîn Secadî
“Riştey Mirwarî” yek ji wan berhemên binirx û dewlemend ên ‘Elaeddîn Secadî ye, ku ew hikayetên ji zimanê xelkê bihîstine, tev kom kirine û wêjeya devkî ya neteweyekê ji tunebûnê parastiye. Riştey Mirwarî qala rewşa serdemên curb ...