Bi dengê peyamê wêneyê ku xêz dikir ji destê xwe danî. Demeke ne kin ne jî dirêj li fotoyê ku hevala wê ya zanîngehê bi rêya watsapê jê re şandibû û herdu di foto de dilşad dixuyan meyzand.
Bêyî ku karibe bi xwe li ser wî zemanî giriya û fam kir ku êdî zeman ji bo wê beriya mirina dê û piştî mirina dê ye.