Sîya Dil
Helbestkar, di nivîsên xwe de, bi şêweyekî sade lê kûr, li ser evîn, xerîbî, bîranîn û nasnameyê vedibêje. Ev pirtûk yekem hewldana wê ye ku dengê hundirê xwe bi peyvan veguherîne û bi xwendevanan re parve bike
Leyla; ez westiyam.
Navê te bang dikim li deşt û geliyan,
Dinyayê tijî dikim bi gazin û giliyan,
Li tavê te digerim nav zindî û miriyan,
Leyla...
Te got: “Here” û ez çûm.
Derd û bela li min bû kom.
Hêdî hêdî dihelim wek mûm.
Ne di ...