Kovara Sûretgrafê bi hejmara xwe ya ewil derket, kovara ku weke naverok cih dide nivîsên teknîka fotografê, foto-dosya, röportaj, werger û çîrokên fotografîk, di heman demê de pêşbaziyeka fotografan li dar dixe û ji kesên qezenckirî re fotograf makîneyên kompakt dişîne…
Me di vê hejmara ewil de ligel nivîs, foto-dosya, teknîka fotografê, çîrokên mînîmal ên fotografîk, cih da du roportajan jî, yek jê ligel fotografkarê navdar ê kurd Enver Ozkahraman bû ku bo me cihê şanazî û motîvasyonê bû. ...