Di vê kitêbê de dîroknas Hezrecî qala rûdan û qewimînên di navbera salên 1175-1257an de dike. Nivîskar bixwe di serdema Selaheddîn Eyûbî de jiyaye û gelek agahiyên ku li ser Dewleta Eyûbiyan dane wek çavkaniyên sereke ne. Çunkî wî agahiyên xwe ji şêxên xwe, ji hevdemên xwe, ji xwendekarên xwe û ji hevçaxên xwe bihîstine û ew bi nêrîn û çavdêriyên xwe jî xurt kirine. Wî sal bi sal bûyerên wê desthilatdariyê carina bi berfirehî û carina jî bi kurtî rêz kirine û ew yeko yeko di beşa wê salê de diya ...