Payiza 1960an ciwanekî îrlendî bi navê Alan Ward ku hêj 23 salî bû hate Diyarbekirê û di Koleja Perwerde ya Diyarbekirê de (Diyarbakır Maarif Koleji) wek mamosteyê ingilîzî û matematîkê dest bi kar kir. Hêj çar mehên xwe tijî nekirî ji karê xwe hat dûrxistin û izna wî ya îqametê hate betalkirin. Ev yek ne ji ber kêmasiya wî ya mamosteyî bû, lê ji lewma bû ku fêrî kurdî bûbû û bi xwendekaran re bi kurdî xeber dida. Ew ciwanê dilsoz û qedrzan vegeriya welatê xwe. Lê ewqas di bin bandora Diyarbekir ...